Sanda Herêma Kurdistanê, îro diçe Bexdayê

Sanda Herêma Kurdistanê, îro diçe Bexdayê

PeyamaKurd- Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo gotûbêjkirina bûdce û mûçeyên fermanberan îro diçe Bexdayê.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, şanda Hikûmeta Kurdistanê, dê bi rayedarên Iraqê re behsa bûdceya Herêma Kurdistanê û mûçeyên fermanberan bike.

Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat diyarkirin ku serdana ku biryar bû 25ê Tebaxê were kirin, ji ber mirina bavê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdulganî hat bipaşxistin.

Her wiha hat zanîn ku hikûmeta Iraqê heta niha ew rêkeftina ku ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, cîbicî nebûye û erkên xwe yên di derbarê bûdce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê cîbicî nekiriye û ji ber wê jî dayîna mûçeyên fermanberan ên meha tîrmehê bi paş ketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin