PeyamaKurd - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, îro li Rojavayê Kurdistanê 27 kes tûşî Koronayê bûn, du kes jî li Herêma Cizîrê ji ber Koronayê can dan.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand, ji 27 haletan 17 kes li Qamişlo, 5 kes li Heselê û 5 kes jî li Dêrikê bi vîrusa Korona ketine.
Herwiha Ciwan Mistefa destnîşan kir, herî dawî du kes ji nexweşên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê can dane, ku yek li Qamişlo û yê din li Hesekê ye.
Bi gotina Ciwan Mistefa yek ji wan kesan jinek 60 salî û yê din zilamekî 70 salî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin