PeyamaKurd – Hêzên Aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî yên ku li ser sînorê Îsraîlê û Lubnanê wezîfe dikin (UNIFIL), hişyarî dan ku rewşa ser sînor ‘gelek talûke’ ye. Piştî ji başûrê Lubnanê roketan avêtin ser axa Îsraîlê û Îsraîlê bersiv da wan û baregeha medyayê ya UNIFIL ê daxwuyaniyekî nivîskî da û got:
“Îro piştî nîvro ji başûrê Lubnanê roketan avêtin Îsraîlê. Artêşa Îsraîlê ji bo UNIFIL ê got ku wan sîstema Qubeyên Hesin aktîf kirine.”
Di daxwuyaniyê de gotinên fermandarê UNIFIL ê yên Aroldo Lazaro cîh girt û weha got:
“Em bi her dû terefên ‘Xeta Şîn’ de bi rêvebiran re di nav têkiliyan de ne. Rewşa heyî gelek talûkeye. UNIFIL, ji bo her dû terefan bang dike ku rewşê aloz nekin û aram bin.”
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku ji Lubnanê roketan avêtine bakûrê Îsraîlê û sîrenên hawarê lê dabûn. Artêşa îsraîlê bi topan li başûrê Lubnanê xistibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin