Guftûgoyên nivîsandina destûrê û çalakkirina komîsyona hilbijartinê dest pê dikin

Guftûgoyên nivîsandina destûrê û çalakkirina komîsyona hilbijartinê dest pê dikin

PeyamaKurd - Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê nêrînên xwe yên derbarê çalakirina komîsyon û nivîsandina destûrê de digihînin parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê û wê serokên fraksiyonan jî li vê babetê bicivin.

Tê çaverêkirin roja sibe 18ê Mijdarê Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonên li parlamentoyê bicivin.

Fraksiyonên li parlamentoyê di vê civînê de nêrîna xwe li ser çalakirina komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartin û rapirsî li Herêma Kurdistanê, nivîsandina destûr û yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê dê bigihînin parlamentoyê.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî daye xuyakirin: “Sibe alî dê nêrîna xwe bigihînin parlamentoyê û em jî dê guftûgoyê li ser nêrînên aliyan bikin û piştre li gor nêrînên aliyan biryar derbarê komîsyon û yasaya hilbijartin û nivîsandina destûrê bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin