Kurê Emîne Senyasar nehat berdan

Kurê Emîne Senyasar nehat berdan

PeyamaKurd – 7emîn danişîna doza malbata Emîne Şenyaşar ku li Sirûcê ji aliyê merivên parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14ê Hezîrana 2018an de, dema bangeşeya hilbijartinê, hevjînê wê û kurê wê hatibûn kuştin, îro 7ê Hezîranê birêve çû.

Emîne Şenyaşar ku 6 sal in nobeta edaletê berdewam dike jî beşdarî danişînê bû ku kurê wê Fadil Şenyaşar jî 6 sal in girtî tê darizandin.

Emîne Şenyaşar niha nobeta xwe ya edaletê li ber Wezareta Dadê ya Tirkiyê li Enqereyê dewam dike û gotibû, kurê min ti sûcê wî nîne, wî berdin ez herim mala xwe.

Lê belê di danişîna dadgehê ya li Rihayê birêve çû de, dadgehê Fadil Şenyaşar tehlîye nekir û danişîna bê ya dozê jî ji bo 19ê Tîrmehê hate taloqkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin