PeyamaKurd – Hizbullahê ragihand ku wan bi "dronên kamikaze" êrîşeke esmanî li ser taxên Tel Avîva yê Îsraîlê pêk aniye.
Di daxuyaniya Hîzbullahê de hat diyarkirin ku taxên Tel Avîvê bi "dronên kamikaze" hatine hedefgirtin.
Hizbullahê ragihand ku wan bi “roketan” êrişî baregeha leşkerî ya Maale Golanî ya li Girên Golanê kiriye.
Di daxuyaniyeke din de, Hizbullahê ragihand ku wan bi roketan li devera Kfar Giladî li bakurê devera Celîl ku hêzên Îsraîlî lê kom bûne, xistiye.
Televîzyona Kanala 12 ya Îsraîlê jî diyar kir ku 10 roket ji başûrê Lubnanê ber bi Girên Golanê ve hatine avêtin, hinek hatine îmhakirin û hinek jî li cihên vekirî ketine.
Hat diyarkirin ku di êrîşên bi roketan de ti birîndar çênebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin