PeyamaKurd – Balafirên şer yên artêşa Tirkiyê li herêma Kurdistanê li bajarê Duhokê li navça Amediyê rêzeçiyayên Metîna û devera Nîhelê bombebaran kirin.
Li gor ragihandina Rûdawê ku li ser zimanê yek ji xelkê deverê yê bi navê Fayîkq Belavî ragihandiye ku bombebaran li dora 12.15an de çêbûye û nêzî gundê Beladevê yê li rêzeçiyayê Metîna bûye. Belavî gotiye ku li ser hev du caran bombebaran hatiye kirin û ji ber dever ji bo çûna sîvîlan girtiye an ku qedexeye, di mijarê xwe xwediyê agahiyan nîne û encama bombebaranê nizanin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin