Li Lîbyayê 5 Kurd hatin desteserkirin

Li Lîbyayê 5 Kurd hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 5 ciwanên Kurd ku dixwestin biçin Ewropayê, li Lîbyayê ji alî polêsên wî welatî ve hatine desteserkirin.

5 ciwanên Kurd ku temenên wan di navbera 16 û 20î de ne ji bajarên Koye, Şarezûr û Pîremegrûn ên Herêma Kurdistanê ne.

Hate diyarkirin ku yek ji wan ciwanên Kurd serbest hatiye berdan lê belê yên din heta niha jî li Libyayê desteserkirî ne.

Rûdawê ragihand ku ciwanê ku serbest hatiye berdan Serheng Cengîyê 18 salî yê ji bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê ye.

Serheng Cengî da zanîn ku ew bi giştî 41 kes bûne û ji bo biçin Ewropayê bi botekê di Deryaya Sipî de, li nêzîkî peravên Lîbyayê hatine desteserkirin.

Ciwanê Kurd Serheng Cengî ku niha li Trablûsa paytexta Lîbyayê li otêlekê dimîne diyar kir ku wan û qaçaxçiyan ji bo wan bibin Îtalyayê li hev kirine lê belê li Lîbyayê hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin