PeyamaKurd - Balyoz û konsulên li Iraq û Herêma Kurdistanê bi minasebeta hatine 21ê Adarê Cejna Newrozê peyamek dan û tê de cejna gelê Kurd pîroz kirin û hêviya serkevtinê ji Herêma Kurdistanê re xwestin.
Li goî nûçeya Rûdawê, hejmarek ji konsul û balyozên li Iraq û Herêma Kurdistanê Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî li tevahiya gelê Kurd û Kurdistaniyan pîroz kirin û hêviya jiyaneke bi tendirustî ji gelê herêmê re xwestin.
Konsulê Çînê: Hêvî dikin peywendiyên xelkê Çîn û Kurd bihêz bibin
Konsulê Giştî yê Çînê yê li Hewlêrê, Ni Ruchi, “Ez hêvîdarim peywendiyên dîrokî yên di navbera xelkê Çîn û gelê Kurd berdewam be û dostaniya di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de geştir bibe. Bi hatina sala nû ya Kurdî, Cejna Newrozê dixwazim germetirîn pîrozbahiyên xwe pêşkeşî miletî Kurd bikim. Hêviya min ew e ku hemû xelk tendirustiya wan bicih de be û cejneke bikeyfxweşî derbas bikin.
Konsulê Hindistanê: Hêviya rojên geş bo gelê Kurd dixwazim
Konsulê Hindistanê yê li Hewlêrê Çandra Moly Kelln jî bi boneya Cejna Newrozê pîrozbahî li gelê Kurd kir: “Slav, ez pîrozbahiya Newrozê li miletê Kurd dikim û hêviya rojên baştir bo wan dikim. Taybetmendiya Newrozê rojeke nû ye, hêvî dikim ku ev Newroz bo xelkê Kurdistanê bibe helkefta rojekî nû û tirsa koronayê nemîne û aramî veger herêmê û hêvî dikim Newrozên bên baştirîn Newroz bin.”
Vasîl vasîlîv: Min nebawer e ji Kurdan neteweyeke din bihêztir hebe
Berpirsê Ofîsa Bazirganiya Bulxaristanê li Hewlêrê Vasil Vasiliv jî Cejna Newrozê û sersala nû li Kurdan pîroz kir û hêviya serkevtinê ji gelê Kurd re xwest. Vasîlîv herwiha da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku li cîhanê ji Kurdan neteweyeke din bihêztir nîne.
Vasîl Vasîlîv di peyama xwe ya Newrozê de wiha got: “Bi boneya Newrozê pîrozbahiyê li civka Kurdî dikim û hêviya serkevtinê jê dixwazim. Em hemû dizainin sala 2020an gelek dijwar destpê kir û gelek astengî li pêş me derketin. Xelkê ew bawerî heye ku piştî nexweşiyan em dê bihêztir dibin. Eger rastiyê bibêjim, ez ne di wê baweriyê de me ku ti neteweyek ji Kurdan bihêztir di cîhanî de hebe. Herwiha ez di wê baweriyê de me em hemû dê pêkve li hemberî van astengiyan biserbikevin. Hêvîdarim hûn demeke baş û tendirustî derbas bikin.
Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephan Hickey jî bi boneya Cejna Newrozê bi zimanê Kurdî pîrozbahî li gelê Kurd kir û got û wiha axivî: “Ez kêfxweş im ku bi navê gelê Brîtanyayê hêviya Newrozeke xweş bo gelê Kurd bixwazim. Em dizanin ku ev rojeke xweş a salê ye û hêvîdar im li dema Newrozê li Herêma Kurdistanê bim. Ez weke balyozê Brîtanyayê kêfxweş im ku nûnertiya welatekê dikim ku peywendiyên bihêz ligel Iraq û Herêma Kurdistanê heye. Min serdaneke xwe bo Hewlêr û Silêmaniyê kiribû û ez dixwazim dîsa werim Herêma Kurdistanê tevlî ahenga Newrozê bibim û careke din xwarina bi tahm a Kurdî bixwim. Bi boneya Newrozê pîrozbahiyê li tevahiya xelkê Kurd dikim.”

Mikhail Sbovota
Konsulê Komara Çekyayê: Hêviya saleke bi tendirustî ji gelê Kurd re dixwazim
Konsulê Giştî yê Komara Çekyayê li Hewlêrê Mikhail Sbovota bi boneya Cejna Newrozê peyameke vîdeoyî bi Kurdî belav kir û tê de pîrozbahî li gelê Kurd û xelkê Herêma Kurdistanê kir.
Mikhail Sbovota di peyama xwe dibêje ku di navbera Herêma Kurdistan û welatî wî de peywendiyeke aborî, tendirustî, çandî û perwerdeyê heye û ew di van waran de hevkariya Herêma Kurdistanê dikin.
Sbovota gogt: “Tevî metirsiya belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê hêviya rojên xweş û geş û bi tendirustî ji gelê Kurd û xelkê Herêma Kurdistanê re dixwazim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin