Encamnameya kongra PDK ê hat ragihandin

Encamnameya kongra PDK ê hat ragihandin

PeyamaKurd – PDK encamnameya kongreya xwe ya 14 em ragihand. Di encamnamê de hat gotin ku hemû teref bi hevre yek bin, di têkiliyan de rûpelên nûh yên sipî vekin û pirsgirêkan di rêya diyalog û xweşbîniyê de çareser bikin. PDK, kongra xwe ya 14 em di 3-6 ê mijadara 2022an de li bajarê Duhokê, bi slogana ‘Azadî, Demokrasî û Edalet’ ê kir û encamnameya kongrê belav kir. Axaftina destpêka kongrê ji aliyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de hat kirin û encamnama kongrê weha dewam dike:

“Serok Barzanî balê kişand ser kongrê ku bi sedema şerê IŞİD ê û koronavîrusê kongre hat paşdexistin. Barzanî behsa rewşa herêma Kurdistanê, Iraqê, herêmê û bi giştî temamê dinyayê kir û balê kişand ser 2 tiştên di dewra ku serokatiya Herêma Kurdistanê dikir. Yek ji wan; wexta ku pêşmerge şand Kobaniyê û ya dinê wexta ku referandûma Herêma Kurdistanê ya serxwebûnê kir.

Barzanî, sipasiya xwe ji bo hêzên Pêşmerge kir ku çawa parastina axa Kurdistanê kirine û di dema şer de ew kes û dezgeyên ku destekê dane Pêşmerge, sipasiya wan û xelkê Kurdistanê kir. Piştî bijartina dîwana kongreyê serok Mesûd Barzanî hat hilbijartin û bû serokê PDK ê. Cîgirê yekem yê serok Nêçîrvan Barzanî û yê duyem bû Mesrûr Barzanî.

Kongra PDK ê piştî rapora dîwana serokatiyê biryarê da ku 4 komîsyonan ji bo rêziknama navxwe, bername, rapora siyasî, gilî û pêşniyaran ava bike. Kongre rêziknama navxwe, teşkilat ,têkiliyên di navbera organên partiyê de li gor şertên îro di çavde derbas bikin. Navê konseya rêvebir wek Komîta Navendî hat guhertin. Di rêziknama ku hat guhertin de, wê nisbeta jinên endamên navendê ji %15 kêmtir nebe.

Kongre, ji bo li Herêma Kurdistanê esasê ku ‘bingeha desthilatê xelk e’ wê sîstema parlementoyê xwurt bike, sîstema rêvebiriyê demokratîze bike, mêzên û cudahiya hêzan, serxwebûna dezgeyan, serdestiya hûqûqê, parastina mafê û azadiya jinê, li Herêma Kurdistanê û rêvebiriya Iraqê destratejiya mafên bingehîn yê azadiyê, zelalî û karibe hesab bide, hat qebûl kirin.

Kongre, biryarê da ku ji bo karibin xizmetê ji bo xelkê Kurdistanê bidin, modelan bipêş bixin. Ji bo pêşdebirina zanista xelkê Kurdistanê, parastina çanda piralî, xwe qebûlkirina hev û bi rêzgirtinê wê xebat dewam bikin.

Kongre biryarê da ku peymanên bi partiyên siyasî yên Iraqê re hatine kirin dewam bikin û nedin rawestandin. Serkeftina kongê ya xelkê Kurdistanê ye û alava bidestxistina mafên rewa yên Kurdistanê ye. Wê partî xetta Barzaniyê nemir bimeşîne, destkeftiyên destûrî û mafên xwe yên rewa biparêze.

Li ser pêşniyara serok Barzanî, kongre endamekî ji Kurdên Êzîdî kir endamê navendê yê PDK ê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin