PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama pişkînên wan de, bi 11 parlementerên Îranê re testa vîrusa korona pozîtîf derketiye.
Endamê Desteya Serpkatiya Parlementoya Îranê Mihemed Reza Tabeş ragihand ku pişkinîna parlementerên Îranê hatiye kirin û heta niha bi 11 parlementeran re vîrusa korona derketiye.
Tabeş daye xuyakirin ku hîn encama pişkinîna hemû parlementeran derneketiye, dibe hejmara tûşbûyan bigihîje heta 50 parlementeran.
Tenduristiya Îranê jî ragihandiye ku di 24 demjimêrên dawî de 133 kesan li Îranê ji Covid-19 can dane û hejmara miriyên Covid -19 li Îranê gihîştiye 3 hezar 872 kesan ku 62 hezar û 582 li seranserê Îranê tûşbûyên vîrusa korona hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin