Asayisa Kurdistanê îtirafên êrîskarên Hewlêrê belav kir: Plan li Qendîlê hatiye danîn

Asayisa Kurdistanê îtirafên êrîskarên Hewlêrê belav kir: Plan li Qendîlê hatiye danîn

PeyamaKurd - Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îtirafên êrîşkarên êrîşa 17ê mehê ya xwaringeha Hewlêrê ku dîplomatekî Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatibû kuştin kir.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê piştî 9 roj bi ser bûyera êrîşa xwaringehê ya li Hewlêrê îtirafên êrîşkaran ên li dije Terora Herêma Kurdistanê belav kir.

Roja Çarşemî 17-7-2019 bûyereke teqekirinê li xwaringeheke bajarê Hewlêrê çê bû ku di encamê de karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, bi navê Osman Kose û du hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bi navê Nerîman (Osman Mihemed Elî) û (Beşdar Remezan Salih) bûne qurbanî.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistnaê da zanîn: “Hêzên Asayiş û Dije Terora Kurdistanê karîn di demeke kêm de şeş kes, di pêwnediya li gel vê bûyerê de desteser bikin ku sê kes ji wan hemwelatiyên Tirkiyê ne, di nava wan de encamderê serekî yê bûyerê yê bi navê Mazlim Dag heye. Sê kes jî ji hevkar û alîkarên encamderên bûyerê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ne. Herwiha çend kesên din jî ku têkilî bi vê bûyerê hene û ji aliyê yasayê ve hatine daxwazkirin, lidûvçûn li ser wan berdewam e.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku plana êrîşê ji aliyê berpirsekî PKKê yê bi navê Fatîh (Botan) hatiye danîn.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir ku plana êrîşê li Qendîlê hatiye danîn û wiha pê de çû:

“Li gor îtîrafên tometbaran, bûyer terorîstî ye û çend meh berî niha ji aliyê berpirsekî PKKê bi navê Fatîh (Botan) li Qendîlê plan jê re hatiye danîn, bi armanca terorkirina karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê û herî dawî têkdana ewlehiya Asayişa Herêma Kurdistanê. Her li gor îtîrafên encamderê sereke yê vê bûyera terorîstî, herdu hevwelatiyên Herêma Kurdistanê tenê bi gumana ku pasevanên dîplomatê Tirkiyê ne, hatine kuştin.”

VÎDYOYA MIKURHATINAN HAT BELAVKIRIN

DAXUYANÎ BI TEVAHÎ WIHA YE:

Roja Çarşemiyê 17ê Tîrmehê 2019an, bûyerek teqekirinê li xwaringehek bajarê Hewlêrê rû da û di encam de karmendek Konsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê bi navê Osman Kose û 2 welatiyên herêma Kurdistanê yên bi navê Nerîman Osman Mhemed Elî û Beşdar Remezan Salih bûn e qurbanî.

Hêzên Asayişê û Dijeteror a Kurdistanê karîn e di demeke kurt de 6 kesan, ku pêwendiya wan bi vê bûyerê re hebû bigrin, ku 3 ji wan welatiyên Tirkiyê ne - di nava wan de, encamderê sereke yê bûyerê bi navê Mezlûm Dag. 3 kesên din jî, ji hevkarên encamderê sereke, welatiyên herêma Kurdistanê ne. Herweha çend kesên din jî, ku pêwendiya wan bi vê bûyerê re heye, tên daxwazkirin û di warê yasayî de, bidûvçûn liser wan berdewam e.

Li gor danpêdan a tawanbaran, bûyer terorîstîye û çend meh beriya niha, ji alî berpirsek PKK ve bi navê Fatîh (Botan) li Qendîlê plan jê re hatiye daxistin - bi armanca terorkirina karmendê Konsulxaneya Tirkiyê û serencam jî, têkdana asayişa herêma Kurdistanê. Her ligor vê danpêdanê encamderê sereke yê bûyera terorîstî, her dû welatiyên herêma Kurdistanê, tenê bi guman, a ku ew pasewanên dîplomatkarê Tirkiyê ne, hatine kuştin.

Li vê de, deqa danpêdan a tometbarên bûyera terorîstî tîn in  ziman. Ji ber rêzgirtina kesûkarên qurbaniyên vê bûyerê, dîmen û dema  teqekirinê zelal nekirin e.

Civata Asayişa herêma Kurdistanê

26 Tîrmeh 2019

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin