PeyamaKurd – Aktîvîstê siyasî ku yek ji pêşengên xwepêşandanan bû û xwediyê kanala telegram ya “AmedNews” Ruhullah Zem bû, hat darvekirin.
Li gor televizyona fermî ya Îranê diyar kir, îro sibehê, Rojnamevan Ruhullah Zem ku yek ji serkirdeyên xwepêşandanên sala 2019 yên Îranê bû, hat darvekirin.
Rojnamevan Ruhullah Zem li Fransayê, di payîza sala borî de di operasyonekê de ji aliyê Supaya Pasdaran ve hat girtin.
Herwiha Ruhullah zem di xwepêşandanên sala 2017ê de hat girtin, piştî azadkirinê, çû Malesia û pişt re çû Fransayê û hin nihênî derbarê îşkencekirina girtiyan di zindanên Îranê de aşkere kiriye.
Ruhullah Zem bi “sîxuriya bo Îsraîl û Fransa, hevkariya li gel Amerîka û beşdarî û komkirina zaniyarên nihênî” dihat tohmetbarkirin. Ji bilî sîxuriyê, herwiha bi rêkxistina xwepêşandanên van salên dawîn jî tohmetbar dikir û dadgeha Îranê meha Hezîranê cezayê darvekirinê bi ser Zem de sepandibû.
Zem 43 salî û xelkê bajarê Rêy yê Îranê bû. Zem di malpera bi navê `Amednews` de wek edîtor kar dikir ku ew malper 2015an hatibû vekirin û di demeke kurt de li ser Telegramê gihîştibû zêdetir ji milyonek şopîneran. Lê piştî 2 salan Îranê ew malper girtibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin