Li Rojavayê Kurdistanê 53 kesên din tûsî Koronayê bûn

Li Rojavayê Kurdistanê 53 kesên din tûsî Koronayê bûn

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 53 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û kesekî jî can da. 

Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 53 kes bi Koronayê ketine û kesek jî ji ber wê can daye.

Li gorî amarên Desteya Tenduristiyê, ew kesên ku pê ketine; 17 kes li Qamişlo ne, 13 kes li Tebqayê ne, 6 li Hesekê, 5 li Dêrikê, 4 li Dêrazorê, 3 li Amûdê, 1 li Rimêlanê, 1 li Dirbêsiyê, 1 li Reqayê û 1 jî li Holê ne.

Desteya Tenduristiyê daye zanîn, ji do de 5 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî rengî, hejmara pêketiyên ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê hatine tomarkirin, gihîşt 478 kesan. 80 kes ji wan baş bûne û 28 kes jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin