Guven, Farisogullari û Berberoglu hatin desteserkirin

Guven, Farisogullari û Berberoglu hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Her du parlementerên HDPê Leyla Guven û Musa Farisoglullari û parlementerê CHPê Enis Berberoglu ku duh parlamenteriya wan hatibû xistibûn, hatin desteserkirin.

Serdogeriya Komarî ya Amedê, derbarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamenterê HDPê yê Amedê Musa Farisoglullari de ku parlamenteriya wan hatibû xistin, biryara girtinê wan derxist.

Parlementerê HDPê yê Amedê Musa Farisogullari li Qereqola Pirinçlikê ya li ser rêya Amed-Rihayê ye hat desteserkin. Berî ku Musa Farisogullari bibin Navenda Ewlekariya Amedê, ew bo pişkinîna tendirustî birin nexweşxaneya leşkerî.

Hevseroka KCDê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven jî li mala xwe ya Amedê hate desteserkirin.

Her weha parlemneterê CHPê yê Stenbolê Enis Berberoglu jî li Stenbolê hat girtin.

Guven şandin Girtîgeha Jinan a Amedê, Farisoglu şandin  Girîgeha Amedê ya tîpa Dyê û Berberoglu jî şandin Girtîgeha Maltepeya Stenbolê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin