3 gumanbarên DHKP-C yê hatin zîndanîkirin

3 gumanbarên DHKP-C yê hatin zîndanîkirin

PeyamaKurd – Li Îstenbolê operasyona DHKP-C ê hat kirin û bi Îstenbolê re li 4 bajarên din jî di heman wextê de operasyon dewam kirin. Di encama operasyonan de 14 kes hatin binçavkirin lê dadgehê 3 kesan ji wan şand zîndanê. Rêvebira asayîşa Îstenbolê beşa TEM ê operasyonan li bajarên Îstenbolê, Ankara, Îzmîr, Hatayê û Erzeromê operasyonan kir.

Polîs li 22 gumanbaran digeriya lê tenê ji wan 14 kesan karibû desteser bike. Îfadên 14 gumanbaran li beşa TEM ê hat girtin û îro wan derxistin dadgehê.

Di encama dadgehkirinê de gumanbarên bi navên A.E., Ç.A. û A.T. bi sedema têkiliyên wan bi rêxistina terorê re heye û ji rêxistinê re alîkarî û hewandinê kiriye hatin zîndanîkirin. Her 11 kesên din bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin