Balafirên ser ên Tirkiyê gundekî Amediyê bombebaran kir

Balafirên ser ên Tirkiyê gundekî Amediyê bombebaran kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Çarşemê balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Sergelê yê navçeya Amêdiyê bombebaran kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Li gorî ragihandina muxtarê gundê Sergelê Nizra Mihemed, cihê bombebaranê li derveyî gund bûye û ti ziyanên canî çênebûne.

Muxtarê gundê Sergelê ji K24ê re gotiye,  ji ber ku bombebaran gelekî nêzî gundê wan bûye, gundî bi nîgeran in û ditirsin.

Muxtarê gund diyar kir, ji ber hebûna çekdarên PKKê li wê deverê, ew navçe bi berdewamî ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve tê bombebarankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin