Putin û Erdogan, li Astanayê civiyan

Putin û Erdogan, li Astanayê civiyan

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Putin, li Lûtkeya CICAyê ya li Astanayê civiyane.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ji hevdîtinê hatin ragihandin, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin gotiye,

“Me neyeta xwe ya ku em Tirkiyeyê bikin navenda herî mezin a gazê, ragihand û sabotaja li dijî TurkAkimê jî hatiye astengkirin.”

Her wiha hat diyarkirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî gotiye ku

“Vekirina turbîna yekemîn a Akkuyuyê ya di nîvê sala pêşiya me de dê di raya giştî ya cîhanê de deng vede. Heger di derbarê Sinopê de jî gavek were havêtin, helbet ev yek dê bandoreke zêdetir lê bike.”

Beriya vê hevdîtinê, Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov gotibû, “Dibe ku Putin û Erdogan li ser pêşniyaza Tirkiyeyê ya mazûvaniya navbera Rusya û Ukraynayê bicivin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin