Rusya û Ukraynayê, dîlgirtiyan bi hev guhertin

Rusya û Ukraynayê, dîlgirtiyan bi hev guhertin

PeyamaKurd- Ji aliye Wezareta Berevaniya Ukraynayê ve hat ragihandin ku di navbera wan û Rusyayê de pevguhertina girtiyan çêbûye û bi dehan dîlgirtî hatine pevguhertin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku "Di encama pevguhertina dîlgirtiyan de 130 leşkerên din ên Ukraynayê vedigerin malên xwe. 126 mêr û 4 jin ji hêsîriya Rusyayê hatin rizgarkirin.”

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak jî di derbarê pevguhertina dîlgirtiyan de wiha got: 

“Pevguherîneke din a dîlgirtiyan çêbû. 130 leşker, jin û mêr, bi awayekî serkeftî vegeriyan Ukraynayê. Di nav wan de gelek parêzvanên Mariupolê hene. Ez bi tîma ku ji bo vê guherînê dirêj û dijwar xebitîn, serbilind im."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin