Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro civîna xwe ya asayî bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêk tîne.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, di civînê de 3 tewerên sereke guftûgo li ser tên kirin.

Yekem: Mijara reşnivîsa proseya budçeya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2021ê.

Duyem: Pêşkêşkirina kurteya civîna wezîran (Darayî û Aborî, Karûbarên Pêşmerge, Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan) û Sekreterê Komîteya bilind a Cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê di meha Gulan sala 2021ê de bi Komîteya Darayî û Aboriyê û Komîteya Neyekrêzî yên Parlamentoya Kurdistanê re derbarê reporta duyem a Komîteya Bilind a Cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê.

Sêyem: Pêşkêşkirina raportekê şîrovekirinê derbarê reşnivîsa projeyasaya perwerde û fêrkirin li Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin