Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro civîna xwe ya heftane li dar dixe.

Li gor zanyaiyan, civîn ji beşan pêk tê û mijara yekem taybet dibe bi pêşkêşkirina encamên serdan û hevdîtinên şanda bilind a danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel şanda hikûmeta federal li ser pirsa bûdce, petrol û gaz, deriyên sînorî û Dîwana Çavdêriya Darayî.

Herwiha mijareke din a civînê taybet dibe pêşkêşkirina zanyariyan li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo malbatên şehîdan, enfalkiriyan û girtiyên siyasî.

Hat zanîn di beşa sêyemîn û dawî de wê plana guherîna keşûhewayê ya sala 2023an a Encûmena Jîngehê were pêşkêşkirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin