PeyamaKurd- Li gorî agahiyên lezgîn ên ku ji qada berevaniya Yunanîstanê hatin ragihandin, îro balafireke şer a aîdê hêzên asîmanî yên Yunanîstanê, ketiye Behira Iyonê.
Di agahiyên ku ji Televîzyona Dewletê ya Yunanîstanê ERTê hatin parvekirin de hat diyarkirin ku li başûrê bajarê Andravidayê, balafira bi tîpa F-4 ketiye deryayê û hat diyarkirin ku ajovan û ajovanê alîkar bi tenê di nav balafirê de bûne.
Li gorî hat ragihandin, balafir di firîna perwerdehiyê de bûye û niha tîmên rizgariyê, dest bi xebatên lêgerîna herdu ajovanên wenda hatine kirin.
Heta niha, di derbarê sedemên ketina balafirê de ji aliyê rayedarên Yunanîstanê ve tu agahiyên fermî nehatine parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin