Îranê kolberekî Kurd ê dî jî kust!

Îranê kolberekî Kurd ê dî jî kust!

PeyamaKurd- Li Herêma Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê pasdaranê Îranê, kolberekî Kurd ê dî jî kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku duh li herêma Soma-Biradost ya Urmiyê kolberekî Kurd ê dî jî ji aliyê pasdaranê Îranê ve hate kuştin.

Li gorî agahiyan, navê kolberê ku hatiye kuştin, Ekrem Xelîlî ye û 27 salî ye û ji gundê Kuranê yê Urmiyê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin