PeyamKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê roja çarşemê 16ê Çile bi daxuyaniyeke nivîskî hişyariya neçûna Tirkiyê da hemwelatiyên xwe, bi sedema ku girtînên kêfî û êrîşên terorî.
Di bangewaziya wezareta derve de, hişyariya neçûna Tirkiyê ji bo hemwelatiyên Amerîkî tê dayîn û tê xwestin planên xwe ji nû ve binirxînin.
Di daxuyaniyê de xeteriya li Tirkiyê wekî rêza 3yem û ya sînorên Sûriye-Iraqê jî wekî xetera rêza 4em hatiye nîşandin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê navê çend bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Batman, Bedlîs, Diyarbekir, Entab, Hatay, Kilîs, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Dersîm û Wanê jî rêz kiriye ku dibe li wan deveran hemwelatiyên Amerîkî bikevin tengaviya xizmetên lezgîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin