Li Efrînê grûpên çekdar bo zeytûna serê hev dikin

Li Efrînê grûpên çekdar bo zeytûna serê hev dikin

PeyamaKurd – Li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li ser diziya zeytûnan derket û di encamê de 15 çekdar birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kir, liser rêya Efrîn – Raco bi sedema nakokiyên di navbera çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê de, li ser parvekirina mal û darên zeytûnê şer derket û di encamê de 15 çekdar birîndar bûn.

Rewangehê diyar kir, şer û pevçûn hîna berdewam in û rêyên gelek gundan bi sedema wî şerî hatine girtin.

Li Efrînê ku werzê çinîna zeytûnan dest pê kiriye, grûpên çekdar gelek astengiyan li pêşiya welatiyên xwedan darên zeytûnê derdixin û bacên giran ji wan distînin. Herwiha gelek nakokî û pevçûn di navbera grûpên çekdar de, li ser diziya berhemên zeytûnan derdikevin û di encamê de kuştî û birîndar jî çêdibin.

Berî çend rojan jî, li navçeya Şera ya Efrînê pevçûn di navbera du komên Feyleq El-Şam li gundên Diraqliya, Alciya û Şêxorzê ji ber hevrikiya li ser diziya zeytûnê derketibû û di encamê de fermandarê wan hatibû kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin