PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku kolberek dema karê xwe yê kolberiyê li bilindayiyên bajarokê Newsûd a ser bi bajarê Pawe ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê dikir, bi guleyên rasterast ên hêzên sipaha pasdaran hate kuştin.
Malpera Hengawê da xuyakirin, îro 30yê Tîrmehê hêzên sipaha pasdaran li zozanên Mile Qendî yê ser bi bajarokê Newsûdê gule reşand ser karwaneke kolberan û kolberek hate kuştin.
Hat zanîn navê wî kolberê hatiye kuştin, Wezîr Mihemedîyê temen 29 salî ye û xelkê gundê Heşmîr ê ser bi bajarê Selabawecanî ye. Wezîr Mihemedî zewicî ye û bavê zarokekê ye.
Heman çavkaniyên herêmî daye xuyakirin ku hêzên sipaha pasdaran ji nêzîk ve gule berdane wî û gule li serê wî dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin