NY: Îsraîl û Lubnan ser naxwazin

NY: Îsraîl û Lubnan ser naxwazin

PeyamaKurd – Hêza Aştiyê ya Demkî ya Neteweyên Yekbûyî ku li ser sînorê Lubnan-Îsraîl kar dike ragihand, her du welat ji ber aloziyên navbera Îsraîl û Lubnanê şer naxwazin.

Hêza Aştiyê ya Demî ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) ku li ser sînorê Lubnan-Îsraîl xizmetê dike, piştî rageşiya li ser sînorê Lubnan-Îsraîl hevdem ligel êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di encama hevdîtina Fermandarê UNIFIL Aroldo Lazaro de ku nêrînên wî di daxuyaniyê de cih girt, bi rayedarên her du welatan re, "Îsraîl û Lubnanê gotin ku ew şer naxwazin."

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, "Çalakiyên 24 saetên dawî xeternak in û metirsiyeke cidî ya rageşiyê çêdike. Em bang li hemû aliyan dikin ku hemû çalakiyên xwe yên li ser xeta Şîn rawestînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin