PeyamaKurd – Pirtûka "Bo Dîrokê" ya serok Mesûd Barzanî ji aliyê Arif Zêrevan ve bi zaravaya Kurmancî hat wergerandin û ji aliyê Weşanên Avestayê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hat çapkirin û weşandin.
Nivîksar û rojnamevan Arif Zêrevan wergera pirtûkê ya bi Kurmancî kir. Pirtûk ji 216 rûpelan pêk tê û 16 wêne jî têde hene û di pirtûkê de qala gelek mijarên derbarê Kurd û Kurdistanê, Iraq, Rojhilata Navîn, pêwendiyên navdewletî, peymana herêmî ya li dijî Kurdan, Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û hin mijarên din tê kirin.
Pirtûka "Bo Dîrokê" ya serok Mesûd Barzanî, ne tenê 20 salên dawî, kurtedîroka 100 salî ya têkoşîna tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin