PeyamaKurd - Li Rojhilata Kurdistanê li devera Çaldiran ya parêzgeha Ûrmiyê, kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Malpera mafên mirovan ya Hengaw da zanîn ku, do danê sibê pasdarên Îranê li devera Çaldiran komek kolberên kurd dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberek hat kuştin. Navê wî kolberî Şakir Birûkî Mîlan û ji gundê Nawer e. Şakir bavê du zarokan bû.
24ê vê mehê jî li devera Çaldiran, kolberekî kurd bi navê Secad Delayî Mîran ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin