PeyamaKurd-Parlementerê Berê yê HDPê yê Qersê Ayhan Bîlgen, di bernameyeke televîzyonê de amaje kir ku amadekariyên Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd hene. Bîlgen amaje kir ku hewil tê dayîn Abdullah Ocalan tevlî pêvajoyê bê kirin û MHP jî were qanihkirin.
Ayhan Bîlgen ê ku ji HDPê veqetiya û Partiya SESê damezirand, di bernameyeke Karar TVyê de pirsên pêşkêşvanê yên di derbarê pêvajoya çareseriyê de bersivandin. Bîlgen amaje kir û got, “Ev, hinek pêşdîtin hinek jî agahî ne. Hewil tê dayîn ku Abdullah Ocalan jî tevlî pêvajoyê bê kirin û rayedarên Partiya Nijadî (MHP) jî werin qanihkirin.”
Bîlgen bi berdewamî got, “Heta ku Pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane neyên çareserkirin, dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin. Lewra pere diçin wê derê, polîtîkayên ewlehiyê li ser wê derê pêk tên, polîtîkaya derveyîn li ser wê esasê ne, demokratîkbûyîn çênabe lewra tê gotin ku; em bi terorê re têdikoşin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin