PeyamaKurd- Li navçeya Tarimiyyê ya li Başûrê Bexdayê IŞÎDê êrîşek pêk anî. Di êrîşê de 2 jê polîs, tevde 8 kes hatin kuştin û 12 kes hatin birîndarkirin.
Erkdarê Rêvebiriya Ewlehiya Bexdayê Serbaz Numan Hamîd ez-Zuherî di derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û got “IŞÎDê li navçeya Tarimiyyê ya li Başûrê Bexdayê bêyî hedefekê li nava sivîlan reşandiye. Û di encamê de 2 jê polîs, tevde 8 kes hatine kuştin û 12 kes hatine birîndarkirin.”
Rêvebiriya Bexdayê di dawiya 2017an de gotibû ku êdî li Iraqê IŞÎD xilas bûye. Lêbelê piştî wê daxuyaniyê, IŞÎDê li gelek deran êrîş pêk anîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin