Hevserokên HDPya Mûsê hatin desteserkirin

Hevserokên HDPya Mûsê hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê de girt. Polîsan bi ser mala hevserokên bajêr de jî girt û ew desteserkirin. 

Polîsan li Mûşê serê sibê bi ser malan de girtin. Polîsan avêt ser mala Hevserokên Rêxistina HDPê ya Mûşê Ferhat Çaki û Muhlise Karaguzel û wan desteserkirin. Kutbettin Çelik jî hat desteserkirin. Polîsan piştî desteserkirinê bi ser avahiya rêxistina HDPê ya Mûşê de jî girt û li vir lêgerîn pêk anîn. Sedema desteserkirinê nehat zanîn û kesên desteserkirî birin Miduriyeta Polîsan a Mûşê. 

'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZINTIR BIKIN’ 

Li gorî nûçeya MAyê Parlamenterê HD’ê yê Mûşê Mensûr Işik bi ser de girtina malan û desteserkirina hevserokên partiya xwe şermezar kir û got: “Bi salan e bi vê nêzîkatiyê têkoşîna me ya demokrasiyê û siyasî têk bibin û biçewisînin. Bloka faşîst a AKPê û MHPê her roj qels dibe. Her roj gelê me xwedî li partiya xwe derdikeve. Bloka faşîst a ku vê xwedî derketinê dibîne dixwaze me biçewisîne. Di rojên dawî de pêla desteserkirin û girtina hevalên me li bajarên herêmê zêde bûye. Bila viya ji bîr nekin, çi dibe bila bibe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo avakirina siyaseta demokratîk û aştiyane em ê hin bêtir têbikoşin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin