Gurcistan: "Em amade ne bibin endamê NATO yê”

Gurcistan: "Em amade ne bibin endamê NATO yê”

PeyamaKurd- Serokwezîrê Gurcistanê Giorgi Gakharia got ku ew amade ne bibin endamê NATO yê û hevkarên wan vêya dizanin. Îro li Gurcistanê bi sedema salvegera Şerê Osetyayê ku di ser de 12 sal derbas bû, serokkomarê Gurcistanê Salome Zurabişvili û serokwezîr Giorgi Gakharia, temsîlkarên dîplomatîk, serokên partiyên muxalefetê tacegulekî danîn ser gorên leşkerên ku di şer de miribûn.

Zurabişvili li Tîflîsê li Goristana Mukhatgverdi ragihand ku ew leşkerên di şerde jiyana xwe dane bibîrtînin û weha dewam kir:

“Tevî şer û axa me hatiye dagirtin, em welatekî demokratik, serbest û serbixwe ne. Tevî arîşeyên yekîtiya axa me, welatê me bipêşde diçe, me dagirkeriyê qebûl nekiriye û em ji Rûsyayê re serî nadeynin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin