Li Rihayê 7 ‘rêvebirên DAISê’ hatin desteserkirin

Li Rihayê 7 ‘rêvebirên DAISê’ hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Rihayê yê bakurê Kurdistanê di operasyoneka hevbeş a polîs û cendirmeyan de 7 rêvebirên DAIŞê hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeyên medya tirkî, hêzên dij terorê yên Fermandariya Cendirmeyan a Midûriyeta Ewlehiya Rihayê û Tîmên şaxa îstîxbaratê ya Stenbolê li navenda Rihayê li dijî rêxistina terorê DAIŞê operasyoneke hevbeş pêk anîn.

Di encama wê operasyona hevbeş de 7 ‘rêvebirên payebilind ê DAIŞê’ hatin desteserkirin.

Hat diyarkirin ku derbarê kesên desteserkirî de lêpirsîn didome.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin