PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 8 kesên din tûşî Koronayê bûn û 3 kesan jî ji ber wê can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên dawî de, 8 kesên din tûşî vîrûsa Koronayê (Covid-19) bûne û ji wan 3 kes li Hesekê, 2 kes li Kobaniyê, kesek li Reqayê û 2 kes jî li Dêrezorê ne.
Herwiha, Hevserokê Desteya Tenduristiyê diyar kir, 2 pêketiyên Koronayê li Hesekê û pêketiyekî din li herêma Şehbayê can dan.
Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, 8 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin, gihişt 362 kesan. Ji wan, 66 kes baş bûne û 25 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin