Li Rojavayê Kurdistanê 58 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

Li Rojavayê Kurdistanê 58 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 58 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 4 kesan jî ji ber wê can dan.

amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa derengiya şevê amarê dawî yên 24 saetan belav kir, 4 kesan ji ber vîrusa Koronayê can daye, 58 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û ji wan 14 kes li Hesekê, 15 kes li Qamişlo, 11 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 2 kes li Dêre Zorê, 11 kes li Şehbayê, 2 kes li Cil Axa, 1 kes li Dirbêsiyê.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, di nav 24 saetan de, 67 kes jî baş bûne.

Bi amarên re, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine, gihişt 6478 kesan, ji wan 932 kes baş bûne û 176 kesan jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin