HDP û pêkhateyên wê li Enqerê civiyan: Vekisîna ji Parlemana Tirkiyê tê nîqaskirin

HDP û pêkhateyên wê li Enqerê civiyan: Vekisîna ji Parlemana Tirkiyê tê nîqaskirin

PeyamaKurd - Hemû alî û pêkhateyên HDPê, ji bo ku helwesta xwe ya li dijî qeyûman aşkere bike li Enqerê civiyan. Tê çaverêkirin ku encamnameyek were aşkerekirin ku tê de helwesta xwe ya li dijî qeyûman aşkere bikin û biryar bidin gelo li parlemenrê bimînin yan vekişin.

Piştî erkdarkirina qeyûman li ser 20 şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên HDPyî û herwiha dersteserkirin û girtina çendîn şaredarên wê partiyê, HDP xwe ji qonaxa bê re amade dike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îro di encama nîqaş û nirxandinên derbarê tayînkirina qeyûman de ku ev demek dirêj dewam dike, helwesta xwe diyar kir. Hemû alî û pêkhatiyên HDPê ji bo ku belgeya helwestê aşkere bikin li Enqerê civiyan.

'Hemû aliyên HDPê beşdarî civînê dibin'

Hemû alî û pêkhateyên HDPê, komele, platform, STO, weqif, sendîka, partiyên siyasî, nûnerên olî û nijadî, rêxistinên parêzeran û gelek rojnameger beşdarî civînê bûn. 

HDP, deklarasyona xwe ya di asta nexşerêya nû de ye, ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDPê Pevîn Buldan û Sezaî Temellî ve tê aşkere kirin. 

'Ji bo 20 şaredariyên HDPê qeyûm hatine erkdarkirin'

Di hilbijartinên 31ê Adarê de, HDPê 68 şaredariyên li Bakurê Kurdistanê bi qezenckiribû, ku piştî erkdarkirina qeyûman li ser 20 şaredariyan, tenê 48 şaredarî di destê wê partiyê de mane

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin