Li Kabîlê êrîsa xwekujî: “Herî kêm 2 kes hatin kustin!”

Dîroka weşanê :
Li Kabîlê êrîsa xwekujî: “Herî kêm 2 kes hatin kustin!”

PeyamaKurd- Li paytextê Efganîstanê li Kabîlê li pêşiya avahiya Komîsyona Hilbijartinê êrîşeke xwekujî pêk hat. Di encama êrîşê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li paytextê Efganîstanê li Kabîlê Komîsyona Hilbijartinê rastî êrîşekê hat. Erkdarên komîsyonê ragihandin ku yek jê sivîl tevde 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm jî 5 wezîfedarên komîsyonê birîndar bûne.

Li gorî agahiyên erkdaran, di dema ku wezîfedarên komîsyonê diketine hundirê avahiyê de, êrîş pêk hatiye.

Rêxistina Talîbanê gotibû ku ew ê hilbijartinê boykot bikin û êrîşî wezîfedarên hilbijartinê bikin.

Di 20ê Cotmehê de hilbijartina parlamentoyê hatibû kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin