PeyamaKurd – Îro, Îsraîlê bang li hikûmeta Lubnanê kir ku pêşî li êrîşên ji ser axa wê bigire, piştî ku êrîşeke asmanî bir ser Bêrûda paytexta Lubnanê ku endamê payebilind ê Hizbullahê Hesen Bedr kir armanc û hat kuştin.
Piştî êrîşê, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar îdia kir ku Bedr “Bi hemahengiya Hêza Quds a Îranê re tevdigeriya û di plansazkirina êrîşekê de li dijî sivîlên Îsraîlî alîkariya Hemasê dikir.”
Di berdewamê de da zanîn:
“Em li bendê ne ku Lubnan ji bo jiholêrakirina rêxistinên terorîst ên ku di nav sînorên wê de li dijî Îsraîlê êrîşan pêk tînin, tevbigere.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin