Îsraîlê li ser Hamasê bombe barandin!

Dîroka weşanê :
Îsraîlê li ser Hamasê bombe barandin!

PeyamaKurd- Balafirên şêrr ên Îsraîlê bi ser kozik û çeperên Hamasê de bombe barandin.

Di derbarê êrîşê de Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Îro balafirên me baregehên Rêxistina Parastinê ya Îslamî ya Filistînê (Hamas) li herêma Xazzeyê bombebaran kirin. Ji ber ku Hamasê bi roketan êrîşî maleke cihûyan kiriye û 3 kes birîndar kirine, me ev êrîş pêk anîn.

Hamas tevgereke çekar ya Filistînê ye. Ji ber ku zêde tundrew e, di lîsteya terorê ya Amerîkayê de cih digire û ji aliyê Îranê ve tê destekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin