PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê vînca ku barê kabloyan hilgirtibû, frêna wê teqiya û li 11 erebeyên ku parkkirî an dihatin ajotin xist û di encamê de 4 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.
Vînc, li ser rêya Harbiyê dema di fetlanekê di diçû, nikaribû dageriya û derbasî şerîda dinê bû. Vînc nikaribû bisekiniya û li 11 erebeyan xist.
Li ser bûyerê gelek tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. 2 kes li ciyê qezayê û 2 kes li nexweşxanê can dan. Dermankirina birîndaran li nexweşxanê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin